H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî Vladîmîr Pûtînê serok axifîye

Qisa bi têlefonê, ya serokwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê  Vladîmîr Pûtîn derbaz bûye.    

Nîkol Paşînyan derheqa encamên hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ya bi navçîgarîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, raber kirîye.

Wextê qisê peketinên derheqa destpêkirina xebatên bona îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê û usa jî dîyarkirina sînora girîng hatine hesabkirinê. Serokê Rûsîyayê hazirî elam kirîye ku piştgirîyê bidine şuxulkarîyên dîyarkirî.

Xeberdan usa jî derheqa ketina hêzên azêrîyaye li zona bin cabdarîya aşîtîparêzên rûs, ya li Qerebagê, çûye. Paşînyanê serokwezîr bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî aşîtîparêzên rûs wê deranîna wan hêzaye ji wan cîha bidine çareserkirinê.

Serowezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê usa jî derheqa pirsên hevkarîya êkonomîkîye di navbera herdu welatada xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button