H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê beşdarî civîna Komîteya Parastina Hewayî ya HWS bibe

Dêlêgasîya wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê beşdarî civîna Komîtêya Parastina Hewayî ya Welatên Hevalbendîya Serbest bibe, ya ku wê 12-ê nîsanê li bajarê Şikmêntê, li  Qazaxistanê pêk bê.

Dêlêgasîyayên wezîretên parastinê yên Rûsyayê, Belarûsê, Qazaxistanê, Qirqistanê, Tacîkistanê û Ûzbekistanê jî wê beşdarî wê civînê bibin.

Rojeva civînêda pêşxistina hevkarîya welatên beşdar û qewînkirina hevkarîya leşkerîye piralîye.

Pirsên başkirina sîstema parastina hewayî ya hevbeş û xurtkirina hevkarîya leşkerî ya piralî wê bên gotûbêjkirinê, encamên şuxulkarîya sala dawî wê bên tomerîkirinê û pirsên pêşerojê wê bên biryarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button