Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê li Fransîyayê tevî civîna şêwira yekîtîya global, ya vaksînayê û îmûnîtêtê bûye.
Wextê civînê gotûbêjkirinên xebatê derbaz bûne û guhdarîya mexsûs hatîye danînê li ser qewînkirina hevkarîya di navbera welatada.
Bona ku dengê welatên ku pêşda diçin, yekbûyîbe û bê guhdarkirinê, endamên şêwirê, bi serkarîya Jozê Manûêl Barozû, pêşnîyar kirine komekê sazkin, ku hemû endamên şêwirê navda hebin.