H’emû nûçeSereke

Hevdîtina Êmanûêl Makron û wekîlên dîyaspora ermenî têra tê dîtinê

Pêşîya tûra hilbijartinaye duem, hevdîtina Êmanûêl Makron, ya tevî dîaspora ermenî têra tê dîtinê.

Koordînatorê organîzeyên ermenîye li Fransîyayê Mûrad Papazyan wextê qisa tevî Armênprêssê daye dîyarkirinê, gotîye wekî ew hêvîdare ku Makronê pêşnîyarên xweye bona pênc salên pêşerojê raberî dîyaspora ermenî bike.

“Xebat û pêwandîya tevî Êmanûêl Makron berdewame. Ew hersal wextê şîva şêwira organîzeyên ermenîye li Fransîyayê hazir dibe. Nava salêda hevdîtin tevî wî tên teşkîlkirinê. Ew yek girînge bîr bînin, wekî Fransîya hemsedira koma Mînskêye. Heger şerê Ûkraînayê îzinê nade ku hemsedirên koma Mînskê niha bi hevra  bixebitin, em gerekê piştgirîyê bidin wekî Fransîya îşê xweyî çawa hemseira koma Mînskê berdewam bike”,-Mûrad Papazyan gotîye.

Ewî derheqa kandîdata bona qulixa serokê Fransîyayê Marîn Li Pênê daye dîyarkirinê, wekî tevî wê tu pêwandî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button