H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr wê bi seredana fermî here Fêdêrasîya Rûsîyayê 

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wê 19-2O-ê nîsanê bi seredana fermî li Rûsîyayêbe.

Nava dorana seredanêda Paşînyanê rastî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bê. Rêberên herdu welata wê pirsên derheqa pêşkeftina pêwandîyên ermenîya-rûsaye stratêcî û tifaqdarîyê gotûbêj bikin.Xeberdanê usa jî derheqa pêvajoya mîyaserkirina elametîyên sêalî, yên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, here.

2O-ê nîsanê Nîkol Paşînyan wê ösa jî rastî serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn, serokê parlamênta Rûsîyayê Vyaçêslav Volodîn, seroka şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon Valêntîna Matvîênkoyê bê.

Usa jî seredana serokwezîre li Nîjnî Novgorodê têra hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button