H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê bicedîne statûs-kivoyê xweyke: Andrêy Kortûnov

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo Rûsîya dikare nava pirsa Qerebagêda usa bike, çawa ku ewê sala 2OO8-a hindava Osîya Başûr û Abxazîyayê, paşê Qirîmê yan Donbasê kir, serokê şêwira Rûsîyayê, ya îşên navnetewî Andrêy Kortûnov  gotîye: “Rûsîya yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê yan Ermenîstanê nas dike. Ew pirsên praktîk, pirsên çareserkirina mafên civaka ermenîne jî. Hal dikare bê guhartinê, lê bona Rûsîyayê xweykirina pêwandîyên tifaqdarîyêye tevî Ermenîstanê girînge, lê tevî Adirbêcanê xweykirina pêwandîyên hevkarîyê girînge. Ev yek tiştekî dijware û ew balansa pêwandîyaye nazik dixweze, çimkî him li Yêrêvanê û him jî li Bekûyê hene meriv, yên ku difikirin, wekî Rûsîya xwe şaş xweyî dike, wekî piştgirîyê dide alîyê mayîn. Moskva gerekê wê yekê hesab hilde.Ez dîsa li ser wê fikirême, wekî Rûsîyayê bicedîne nava pêşeroja nêzîkda statûs-kivoyê xweyke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button