Wezîreta karên der ya Iraqê daxuyaniya Recep Tayîp Erdogan, ya derbarê hevkariya Bexdayê, ya di operasyona leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê, înkar kirîye.
Berdevkê navdewletî yê Iraqê Ahmed Sehaf gotîye: “Wezîreta karên der ya Iraqê operasyona leşkerî, ya Tirkiyê, binp’êkirina eşkere ya serwerîya Iraqê dibîne û wê yekê çawa qezîya dijî yekîtîya axa Iraqê dibîne. Ev operasyon zirarê dide Iraqê û dibe sedema fikaran.”
Sehaf gotye kuWezîreta karên der ya Iraqê gazî balyozê Tirkiyê bo wezîretê kirîye û nota radestî wî kirine û dane dîyarkirinê ku ew operasyona yekalî ya berdewam wek kirineke dijminatiyê binav dikin.
Sehaf dubare daxwaza derketina artêşa Tirkiyê ji Iraqê kirîye û gotîye, ku heta niha rayedarên Tirkîyê bersiva nota ku radestî balyozê wanî li Bexdayê hatiye kirinê, nedane.
Sehaf daxuyanîya Receb Teyîb Erdogan, ya derbarê hevkariya Iraqê di operasyonên leşkerîda, înkar kirîye.