Qulixdarîya Çapemeniyê ya kompanîya”Rossîya”-ê ragîhandîye ku ji 1-ê gulana 2022-anda kompanîya “Rossîya” wê dest bi seferên ji balafirgeha Şêrêmêtyêvoyê berbi Yêrêvanê bike û dewsa firînên kompanîya “Aêrofilot”-ê ewê vê gave firînên xwe destpê bike.
Hatîye dîyarkirinê ku şîrketa hewayî li ser rêya Moskva-Yêrêvan-Moskvayê balafir’a Sûxoy Sûperjêt-100 ya Rûsyayê wê bê xebitandinê. Hejmara kursîyên vê balafir’ê 87 e.