SerekeSîyasî

Miher Grîgoryan û Klaar pêvajoya vekirina rêyên herêmî gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Miher Grîgoryan nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê yê Qafkasya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye. Li ser vê yekê qulixdarîya çapemenîyê ya hukumatê agahî daye.

Di hevdîtinêda li ser xebatên ku ji aliyê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyev û serokê Fêdêrasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtînda qebûlkirî, yên li ser xala 9-a, ya elametîya 9-ê mijdara sala 2020-î, gotûbêjkirin hatîye kirinê.

Usa jî mijarên avakirina komîsyoneke dualî, ya li ser pirsgirêkên sînorî, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û mijarên têkîldarî pêkanîna peymanên ku di civîna sêalî ya 14ê k’anûna 2021-ê, ya ku li Brûksêlê hatîye kirinê, hatine gotûbêjkirinê. Di hevdîtinêda seroka Nûnertîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê, Andrea Vîctorîn jî amade bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button