H’emû nûçeSereke

Qîmetkirinên derheqa belavkirina koma Mînskêda bê bingehin:Paşînyan

Wextê civîna hukumatê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye wekî  encamekî girîng, yê hevraxeberdanên tevî serokê Rûsîyayê ewe, ku nava hemtêksta helkirina pirsgirêka Qerebagêda hatîye dîyarkirinê, wekî mandata koma Mînskê  girînge.

«Heger em bidine dîyarkirinê,wekî pêşîya seredana li Moskvayê hemsedirên koma Mînskêye li Rûsîyayê, Fransîyayê û Amêrîkayê hatine Ermenîstanê, em dikarin bêjin, wekî qîmetkirinên derheqa belavkirina koma Mînskêda bê bingehin»,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr zelal dibîne wekî hemû welatên koma Mînskê li gorî mandata xwe mane, nenihêrî wê yekê, wekî bûyarên li Ûkraînayê dijwarî pêşda anîne.

«Nava van qewilada jî hemsedir dişuxulin, ew li herêmê diqesidin û bi dereca sîyasî didine dîyarkirinê, ku ewê piştgirîya helkirina pirsgirêka Qerebagê bikin»,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button