AborîSereke

Deranîna heywanet ya ji Ermenîstanê wê zêdebe: Gêorgî Avêtîsyan

Deranîna heywanet ya ji Ermenîstanê wê zêdebe. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina rojnamevana serokê îdara bêqezîyabûna xurek Gêorgî Avêtîsyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî sala derbazbûyî ji Ermenîstanê 1O5 OOO serî heywanên biçûk û 38 OOO serî heywanên mezin hatine deranînê. Bi gotina wî, piranîya wî heywanetî diçe Qeterê, Kûvêytê, Libnanê, Yektîya Mîrtîyên Ereba, lê heywanên mezin hîmlî dibine Îraqê.

Li Ermenîstanê hetanî niha hesabkirin û nûmêrekirina heywanet tune û mecala deranînêye berbi sûkên Yekîtîya Avropayê  wê nebe. Têra tê dîtinê wê pêvajoyê îsal payîzê destpêkin”,-Avêtîsyn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button