H’emû nûçeSereke

Opozîsîya aksîyayên gurênekirinê destpê dike

Ji roja îroyînda opozîsîya li Yêrêvana paytext, li qezayên Ermenîstanê aksîyayên gurênekirinê destpê dike. Hêzên opozîsîyîon duh li meydana Fransîyayê  mîtîng derbaz kirin.

Nêzîkî du hevtîya hêzên opozîsîyone cuda-cuda li Yêrêvanê û li qezayên Ermenîstanê xwepêşandanên şikyatkirinê û meş mîyaser dikirin. Li meydana Fransîyayê tevbûyên meşêye ji çar alîyên Ermenîstanê gihîştine hev.Dawîya mîtîngê hate birîyarkirinê ku çadira li wir daynin û şev li wir bimînin.

Îro şebeqda îdî aksîyayên şikyatkirinê destpê bûne.

«Eva zeftkirina desthilatdarîyê nîne, eva mafê welatîyaye konstîtûsyîone ku boy  Ermenîstanê, Arsaxê û cimeta ermenî derkevin»,- endamê fraksîya «Ermenîstan» Îşxan Saxatêlyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button