Lîdêrên kurd û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî musulmanên li Kurdistanê, Îraqê û usa jî li temamîya dinîyayê, girêdayî eyda Remedanêva, pîroz kirine.
«Em nêzîkî dawîya meha pîroz dibin, îzinê bidin ku ez temamîya musulmanên Kurdistanê, Îraqê û usa jî li temamîya dinîyayê pîrozkim.Bila ev rojên pîroz bi saxlemîyê û razîbûnêva tijîbûyîbin»,- Mesûd Barzanî Twittere da nivîsîye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî nava xebera pîrozbahîyêda bi hêvîdarî gotîye, wekî ev bûyar wê gulvedanê û aramîyê bîne Herêma Kurdistanê, Îraqê û li temamîya dinîyayê.
Mesrûr Barzanîyê serokwezîr jî bi xebera pîrozbahîyêva pêşda hatîye û hemû musulmanara aramî û şabûn xwestîye. Ewî bi taybetî malbetên wan pêşmergên qehreman, hêzên asaîşê, û Enfalê, yên ku şihîd ketine, pîroz kirine. Mesrûr Barzanî bi hêvîdrî daye dîyarkirinê, wekî cejinê aramîyê û gulvedanê bîne Kurdistanê û Îraqê.