Sereke

Birîna Dêrsimêye qencnebûyî

Ji wî çaxîda hetanî roja îroyîn îdî 85 sal derbaz bûne, dema ku şêwira wezîra 4-ê gulana sala 1937-a qirar kir  ku opêrasîyona bi sernavê  “Cezakirin û cîşihitandin” mîyaserkin ya ku bû destpêka qetilkirinên li Dêrsimê.

4-ê gulana sala 1937-a Mistefa  Kemal Atatirk û serokê ştaba sereke Fewzî Çakmak hazir bûne û wî çaxî jî qirara derheqa tevgera leşkerîda hate qebûlkirinê, li gorî kîjanê gerekê sîlih bihatana berevkirinê û tevbûnên serhildanê ji cîh û warên wan derxistana. Li ser rûpelê dîroka Kurdistanêye trajîk qetilkirinên li Dêrsimê cîhê xwe digritin, wextê kîjana gelek meriv bi massayî hatine qetilkirinê.

Anegorî melûmetîyên fermî, qetilkirinên li Dêrsimê, wextê kîjana 13 16O meriv hatine kuştinê û 11 818 meriv  hatine sirgûnkirinê, hetanî dawîya sala 1938-a berdewam kirine. Bi seda gund hatine valakirinê û şewitandinê, lê serokeşîrên Dêrsimêye bi nav û deng, nava wanda usa jî Sehîd Riza û kurê wî, hatine cezakirinê. Li gorî qîmetkirinên brîtanî nava wan qetilkirinda nêzîkî 4O OOO merivî hatine kuştinê. Hinek kanîyên mayîn jî didine dîyakirnê, ku ew hejmar ya rast nîne.

Nenihêrî wê yekê wekî 85 sal îdî derbaz bûne, lê dewletê hetanî roja îroyîn dewekarîyên binelîyên Dêrsimê nedane razîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button