H’emû nûçeSereke

Rola  Ermenîstanê wê bilindbe: Paşînyan nevsên Rûsîyayêye derecebilind qebûl kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko qebûl kirine. Wextê hevdîtinê usa jî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan hazir bûye.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan xebata mîyasekirî ya nava doranên koma xebatêye sêalîda, ya bona vekirina rêyên transportê bilind qîmet dike.
Alêksêy Ovêrçûk daye dîyarkirinê, wekî li ser hîmê encamên hevdîtina Paşînyan û Pûtîn wezîreta xebat stendine û Rûsîya wî alîda dixebite.
“Em bi temamî qîmetkirinên we yên nava pirsa îzbatbûna rêyên transportêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qîmet dikin. Ew yek wê bibe û bi wê yekê temamîya konfîgûrasîya herêmêye transportê bê guhartinê.Mecalên nû wê bêne vekirinê bona ku êkonomîka Ermenîstanê pêşkeve û bi wê yekê jî rola Ermenîstanê wê bilindbe”,- Ovêrçûk gotîye.
Pirsên derheqa hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button