H’emû nûçeSereke

Qisa başqe, ya hevdîtina Nîkol Paşînyan û Vladîmîr  Pûtîn  derbaz bûye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Krêmlê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn başqe qise kirîye.

Li gorî înformasîya Armênprêssê, serokê Rûsîyayê nava axaftina xweda daye dîyarkirinê: «Birêz Nîkolê Vladîmîr, em tevî We her dem nava pêwandîyadanin, bona ku pirsên rojevê û herêmî gotûbêj bikin. Lê belê, pirs her dem jî gelekin û ew yek dide dîyarkirinê, wekî dîyaloga me ya întênsîve. Minê bixwesta derheqa zêdaya kirîn-firotana di navbera welatên meda bida kifşê, em bi aktîvî bona helkirina pirsgirêka Qerebagê bi hevra, tevî hevalkarên li Adirbêcanê, dixebitin. Pirs gelekin û ez şame, ku mecala hevdîtinê heye bona ku em dora hemû têma biaxivin».

Sirîya xweda serokwezîrê  Ermenîstanê gotîye: «Birêz Vladîmîrê Vladîmîr, îzinê bidin ku em careke mayîn bona teşkîlkirina civînê û qebûlkirina germ razalixîyê elam bikin.Ew yek girînge wekî axavtina me derheqa pêşerojê û pêşkeftina organîzeya medane.

«Bêguman, mehek jî ji wê seredana min, ya li Rûsîyayê derbaz nebûye. Wî çaxî axavtina me gelekî kardar bû û We dîtîye wekî rojeva me herdu welata berfirehye û em dikarin zû-zû rastî hevdu bên.Xêncî pirsên êkonomîkî, ez hêvîdarim, wekî emê roja îroyîn usa jî pirsên bêqezîyabûna herêmê, pirsgirêka Qerebagê gotûbêj bikin. Nava elametîya meye tevayîda pirsên derheqa rola koma  Mînskêda hatine raberkirinê.Ez dixwezim careke mayîn razîbûnê elamî We bikim».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button