H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan bi têlefonê Sêrgêy Lavrovra qise kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi têlefonê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrora qise kirîye.

Wextê qisa bi têlefonê, xeberdan derheqa pêvajoya mîyaserkirina elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê û 26-ê mijdara sala 2O21-ê çûye.

Wezîrên herdu welataye karên der pirsên derheqa sazkirina komîsîya bona dîyarkirin û bêqezîyabûna sînora gotûbêj kirine. Derheqa vekirina rêyên herêmêye transportê û pêwandîyên êkonomîkîda jî xeberdan çûye.

Mîrzoyanê wezîr tabîya Ermenîstanêye bona îzbatbûna aramîyêye li herêmê careke mayîn îzbat kirîye.

Xêncî wê yekê usa jî pirsên derheqa hevkarîya ermenîya-rûsaye dualîda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button