H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê Êntonî Blînkêra qise kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî yê dewletê Êntonî Bîlnkêra qise kirîye.

Sêkrêtarê dewletê cedandinên hukumata Ermenîstanê, yên bona aramî û qewînbûna herêmê û usa jî werguhstinên dêmokratîke li Ermenîstanê bilind qîmet kirine.

Wextê qisê fikir dora pirsgirêka Qerebagê, vekirina rêyên herêmî û pirsên bêqezîyabûna herêmê hatine pevguhartinê.

Paşînyanê serokwezîr fikirên xweye derheqa hevdîtina 22-ê gulanêye li Bryûsêlê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew bi tomerî hildayî hevdîtinê baş qîmet dike, lê mixabin piştî hevdîtinê şirovekirinên wê yekêva girêdayî nînin, hatine gotûbêjkirinê.

Sêkrêtarê amêrîkî derheqa hazirîya Ştatên Yekbûyîda îzbat kirîye ku ewê piştgirîya hindava Ermenîstanê berdewam bikin.

Xeberdan usa jî derheqa gotûbêjkirinên Ermenîstanê û Tirkîyayêda  jî çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button