H’emû nûçeSereke
Satêlîta Ermenîstanêye ewlin şandine erşê ezmîn /vîdêyo, wêne/
Satêlîta Ermenîstanêye ewlin şandine erşê ezmîn. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşîya destpêbûna civîna hukumatê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî êvara 25-ê gulanê ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî satêlîta Ermenîstanêye ewlin şandine erşê ezmîn.
Paşînyan serda zêde kirîye, wekî ev yek nava encamê hevkarîya ermenîye «Gêokosmos» ê û hevaltîy îspanîye «Satlantîsê» da hatîye mîyaserkirinê.
Serokwezîr serda zêde kirîye, wekî li wir wezîrê Ermenîstanêyî senaya têknolocîya Robêrt Xaçatryan, usa jî bayloza Ermenîstanêye li Ştatên Yekbûyî Lîlît Makûns hazir bûne.