SerekeSîyasî

Nava encamê êrîşên tirkaye li Bamêrnê du zarok hatine kuştinê

Hatîye ragîandinê, wekî eskerê tirka êrîş birine ser welatîya, yên ku diçûne nehîya Bamêrnê. Nava encamê wê yekêda du zarok zîyanê ketine.

Anegorî înformasîyayên cîh, dironên tirka gundê Ziveserêyî li Bamêrnê, yê li başûrê Kurdistanê êrîş kirine.

Nava encamê wê êrîşêda du zarokên  6 û 7 salî hatine kuştinê û çend meriv jî birîndar bûne, lê hejmara birîndara eyan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button