H’emû nûçeSereke

Bekû hê propaganda xwe berdewam dike û agirbestê diteribîne: A. Mîrzoyan

Li herêma Qafqasîya Başûr hal dîsa neqewîn û serte. Encamên piştî şerê sala 2O2O-î, yê Adirbêcanêyî dijî Qerebagê, hê  li ser Ermenîstanê û temamîya herêmê tehsîr dikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hevpeyvîna tevî ajansa hindîye  «VÎON»-ê gotîye.

Bi gotina Mîrzoyan, nenihêrî wê yekê, wekî opêrasîyonên leşkerîye berfireh 9-ê mijdara sala 2O2O-î bi navçîgarîya Rûsîyayê hate sekinandinê û piştî agirbestê elametîya serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye sêalî hate qebûlkirinê, lê gelek pirs hê helkirî nînin.

«Bi teribandina xalên elametîya sêalî, û mafê hûmanîtarî, usa jî bi hesabhilnedana bangên civaka navnetewî, Adirbêcan naxweze dîlên ermenîye leşkerî, merivên başqe aza berde.Pirsgirêkeke başqe jî pirsa tunekirina nimûnên çanda ermenîye, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, tên tunekirinê.Adirbêcan îzinê nade YÛNÊSKO-ê ku mîsîya xwe bişîne li zona dew û dozê»,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê karên der gotîye, wekî ji Bekûyê hê propaganda dijî ermenîya berdewam dibe.Têrora pisîxolocî hindava ermenîyên Qerebagê tê mîyaserkirinê, bona ku cimet ji wandera derkeve. Mîrzoyan gotîye, wekî dora Qerebagê hê teribandinên rêjîma agirbestê diqewimin û Ermenîstan cedandinên xwe bona aşîtîyê û qewînbûnê dide xebatê û gelek cara elam kirîye, wekî hazire tevî Adirbêcanê hevraxeberdana dora aşîtîyê derbazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button