SerekeSîyasî

Fermandarê HSD-ê: êrîşa Tirkîyayêye nû wê krîzeya hûmanîtarî pêşda bîne

Êrîşa Tirkîyayêye  nû, ya li bakûrê Sûrîyayê wê krîzeya hûmanîtarî pêşda bîne. Derheqa wê yekêda fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî gotîye, dema ku Tirkîyayê derheqa opêrasîyona nûda elam kirîye.

Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî ew nerihetin, çimkî êrîşa hêzên tirkaye li bakûrê Sûrîyayê zîyanê dide cimeta welêt û usa jî şerkarya dijî têrorîzmê.

«Her êrîşeke li wir wê Sûrîyayê parçeke, kirîzeya hûmanîtarîye nû sazke û binelîyên cîh cîguhastîke»,- Mezlûm Ebdî Twittere da nivîsîye.

Ewî bangî hemû alîya kirîye ku pêşîya trajêdîyayên nû bigrin û piştgirîya wê yekê bikin ku êskalasîya nû destpê nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button