H’emû nûçeSereke
Dîsa meseleke derheqa wê yekêda, wekî desthilatdarîya Adirbêcanê çawa ji rastîyê ditirse
Wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan derheqa qedexekirina weşana ajansa RÎA Novostîyêda xeberdaye, weşana kîjanê piştî hevpeyvîna tevî wî, hatîye girtinê.Ewî derheqa wê yekêda kanala Têlêgiramêda daye dîyarkirinê.
«Eva mesela bi sirêye, ku desthilatdarîya Adirbêcanê çiqasî ji rastîyê ditirse, çimkî nava wê hevpeyvînêda min derheqa xirabkarîyên Adirbêcanê û şuxulkarîya wêye agrêsîvda, ya ne tenê dijî ermenîya, lê usa jî dijî Rûsîyayê, raber kirîye. Min halê Arsaxêyî niha û yê pêşerojê, usa jî tabîya me raber kirîye.
Em bêjin wekî hevpeyvîna Bêglaryan ajansa RÎA Novostîyê beş bi beş belav kiribû.