H’emû nûçeSereke

Nava raporta katibtîya ŞAY-ye dewletêda derheqa Ermenîstanêda dîtine, lê derheqa xweda nedîtine

Adirbêcanêra li hev hatîye nava raporta dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletêda, ya derheqa azayên dînîda, tenê derheqa Ermenîstanêda nivîsara bibîne.Ew beşên raportê hatine ber çevê Adirbêcanê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, ku ji alîyê  Ermenîstanêda li ser topraxên bin kontrla Adirbêcanêdane teribandin hatine kirinê. Wê raportêda bi rastî rexnekirinên derheqa alîyê ermenîda hene, lê ew jî bi pêşnîyara serokatîya Adirbêcanê, çimkî tu baylozekî amêrîkî zehmet nedaye xwe here Qerebagê û dîna xwe bide dor-bera, ew çi ku derheqa alîyê ermenîdane, wextê şerê salên 9O-î qewimîye.

Feqet li Adirbêcanê nedîtine ku nava raportêda derheqa alîyê azêrîyada çi nivîsare. Raportêda rêzolyûsîya parlamênta Avropayê tê bîranînê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê,wekî şerê van axirîya tehsîra trajîk li ser mîrata herêmêye çandî hiştîye, bona kîjanê cabdarî li ser herdu alîyaye. Parlamênta Avropayê zîyana li wir û derbgîhandina dêra li Şûşîyê û dêrên mayîn, usa jî xirabkirina mexbera raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button