Hêzên kurdaye li Sûrîyayê sîstêmên dijî tankaye giran stendine, yên ku ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda hatine dayînê. Derheqa wê yekêda têlêvîzîyonên tirka elam kirine. Hêzên kurda li bajarê Manbîcê cîhwar bûne, yê ku dikeve nava wê zonayê, kîjanê Tirkîya têra dibîne êrîşke. Hatîye dîyarkirinê, wekî kurd bi çekên cûre-cûreva xwe sîlih kirine, yên ku bona têknîka tirkaye zirihkirî qezîyayê dikare pêşda bîne.
Bi saya van komplêksên dijî tanka, têknîka zirihkirî li ser dûraya ji çara hetanî pênc kîlomêtra dikare bê tunekirinê.