H’emû nûçeSereke

Sêrgêy Lavrov Ararat Mîrzoyan teglîfî li Rûsîyayê kirîye

Îro li Yêrêvanê wê civîna şêwira wezîrên karên der, ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derbazbe. Bi meremê beşdarbûna li wê civînê, wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov li Ermenîstanêye. Ew duh rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hatîye. Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der qisa Mîrzoyan-Lavrov derbaz bûye û piştî wê yekê hevdîtin bi teşkîla berfireh hatîye derbazkirinê. Piştî hevdîtinê, wezîr bona prêssayê bi elametîyava pêşda hatine. Sêrgêy Lavrov razîbûna xwe bona hevdîtina tevî Ararat Mîrzoyan elam kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî civîna organîzeyêye wezîra wê li Yêrêvanê bi açixî bişuxule.

Dawîya axavtina xweda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Ararat Mîrzoyan teglîfî li Rûsîyayê kirîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bona dewatkirinê razalixî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button