H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê raport belav kirîye: «Dew û doza Qrebagê helkirî nîne»

Parlamênta Avropayê derheqa pirsgirêkên bêqezîyabûnêye li herêmê raporta hevkarîya Rojhilatê belav kirîye. Nava raportêda tevî pirsên başqe hatîye dîyarkirinê wekî şerê ku Adirbêcnê dijî Arsaxê destpê kir, statûs-kivoya li Qafqasîya başûr da guhartinê û rûyê wê yekêda jî bi hezara meriv hatine kuştinê û cîşihitandinê.

Raportêda careke mayîn hatîye dîyarkirinê, wekî li gorî rêzolyûsîya parlamênta Avropayêye sala 2O21-ê qebûlkirî ew dewê ji Adirbêcnê dikin, ku dîlên ermenî aza berdin.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî dew û doza Qerebagê nehatîye helkirinê. Parlamênta Avropayê xemgînîya xwe girêdayî halê sertbûyîra, yê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, elam kirîye û bîr anîye, wekî meha adarê lûla gazêye ku diçe Qerebagê zîyanê ketibû û rûyê wê yekêda Qerebag bêyî gaz mabû.

Parlamêntê helkirina pirsgirêkên hûmanîtarî, nava wanda azaberdana dîla, yazîya merivên bê ser-berate undabûyî, bêqezîyabûna binelîyên Qerebagê û çareserkirina piştgirîya hindava binelîyên li  wir,  girîng hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button