
13 qulixçîyên leşkerî, yên Sûrîyayê nava encamên êrîşa sîlihkirîda hatine kuştinê, ya ku ji alîyê êkstrêmîstada li provînsîya Reqayê hatîye mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa SANA-ê ragîhandîye. Li gorî înformasîyonên ajansê, du leşkerên Sûrîyayê jî birîndar bûne. Hatîye dîyarkirinê, wekî koma têrorîstaye ji DAÎŞ-ê êrîş birîye ser otobûsê, kîjanêda leşker hebûne.