H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê merkeza pêşxistina stratêcî bê sazkirinê
Dêlêgasîya Ermenîstanêye berfireh li Sankt Pêtêrbûrgê tevî hemcivîna êkonomîkîye navnetewî bûye.
Ji wezîreta Ermenîanêye êkonomîkayê ragîhandine, wekî nava doranên civînêda, wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan du dokûmênt îmze kirine. Dokûmêntek derheqa hevkarîya tevî hukumata qeza Rûsîyayêye Tyûmênêdaye, lê ya mayîn tevî wezîreta Rûsîyayêye pêşxistina êkonomîkayê hatîye îmzekirinê, li gorî kîjanê li Ermenîstanê gerekê merkeza pêşxistina stratêcî bê vekirinê.
Nava pêşxistina êkonmîkayêda, usa jî pirsa pêşxistina çandî heye. Cara ewlin Ermenîstanê stênda xwe hazir kirîye. Wextê civînê ew çawa ya here baş hate naskirinê.