H’emû nûçeSereke
Baydên navê kandîdata bayloza nû ya Amerîkayêye li Ermenîstanê elam kirîye
Serokê Amêrîkayê Co Baydên ji bo qulixa bayloza Amêrîkayê ya li Ermenistanê Krîstîna Kvîênê pêşnîyar kir. Li gorî “Armênprêss”ê, ev yek li ser malpera Qesira Spî tê gotinê.
Krîstîna Kvîên ji sala 2019 a da heya niha bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ye li Ûkraynayê ye. Ji sala 2016-an heya nîsana 2019-an, ewê li balyozxaneya li Parîzê li qulixa cîgirê serokê mîsyonê û şêwirmendê aborî yê amêrîkî kar kirîye.
Ewê di qulixên dîplomatîk li dewletên Taylandê, Brîtanya Mezin, Yekîtîya Awropayê, Rûsyayê û Fîlîpîna kar kirîye.Kvîên usa jî seroka encûmana şêwira neteweyî ya dewletên Yekbûyî yên Amerîkî li ser Yekîtîya Avropayê, Ûkraynayê û Bêlarûsê bûye.
Ji sala 2019an da qulixa bayloza Amêrîkayêyê li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê kirîye.