H’emû nûçeSereke

Rojhilatzan: nava pirsa Êrdoganda Moskva şaş bûye

Payîza sala 2O2O-î Moskva nava qîmetkirinên mecalên Êrdogan û pirsa Tirkîyayêda şaş bûye. Fkira wî cûreyî bayloz, rojhilatzan, profêsor Davît  Hovhannîsyan elam kirîye.

Ssênara şerê 44 roje pêşda hatibû hazirkirinê.Hema bi wê peymanê jî Moskvayê qayîlîya xwe daye agrêsîya azêrîyaye dijî Arsaxê. Nava doranên ssênarêda eskerê azêrîya gerekê ew toprax hildana, kîjan ewê hildane»,- Hovhannîsyan gotîye.

Bi qîtmetkirina profêsor, hemû tişt bi rastî bi wê ssênarê bûye, hetanî ku Êrdogan tevî wê lîstikê nebûye. Paşê hal hate guhartinê. Dema ku hal hate guhartinê, Moskva mecbûr bû gavên başqe biavêje. Nava encamên wê yekêda helîkoptêra rûsî nava têrîtorîya Ermenîstanêda hate lêxistinê.

Bi fikira profêsor li Moskvayê fem kirine, ku planên wan şaş bûne, ew niha dicêribînin halê pêşdahatî bidine rastkirinê.Hovhannîsyan daye dîyarkirinê, wekî şaşîya Moskvayê ewe, wekî kirinên Êrdogane nava wî hemû tiştîda tunebû. Feqet, dawîya şêr zelal bû,wekî ew yek usa nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button