H’emû nûçeSereke

Anna Vardapêtyan qulixa serokê mehkema Ermenîstanêye serekeda hate hilbijartinê

 Parlamênta Ermenîstanê bi dengdayîna derdadayî Anna Vardapêtyan qulixa serokê mehkema serekeda hilbijart.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî kandîdatîya Vardapêtyanê fraksîya «Peymana sîvîl» pêşnîyar kiribû.

Piştî dengdayînê serokê komîsîya hesaba Narêk Babayan elam kirîye, wekî ji 1O7 parlamêntvana 7O dengê xwe dane wê.

Wextê gotûbêjkirina pirsê, parlamêntvanên ji fraksîya «Opozîsîyon» tevî dengdayînê nebûne.

Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan elam kirîye, wekî bona hildana qulixa serokê mehkema sereke, gerekê heytehola sondxwerinê derbazbe, ya ku wê 15-ê îlonê bê teşkîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button