H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan bi seredan çûye Îspanîyayê
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi seredana xebatêva çûye Îspanîyayê. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandîye.
Nava dorana seredanêda, rasthatinên Mîrzoyane tevî seroka kongrêsê Mêrîçêl Batêtî, wezîrê karên der Xosê Manûêl Albarês Bûênoy, serokê tûrîzma Organîzeya Netewên Yekbûyîyî sereke Zûrab Pololîkaşvîlî têra hatine dîtinê.
Wezîrên Ermenîstanê û Îspanîyayêye karên der nava encamên rahastinêda wê bona prêssayê bi elametîyava pêşda bên.