H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê akadêmîya leşkerî bê sazkirinê
Wezîreta Ermenîstanêye parastinê werguhastina nava goveka xwendina leşkerîda mîyaser dike. Li komarê wê akadêmîya leşkerî bê sazkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan gotîye.
Bi gotina wî, têra tê dîtinê ku înstîtûta leşkerîye ser navê Vazgên Sargsyan û înstîtûta leşkerîye ser navê Xanpêryans bighînine hev û akadêmîya leşkerîye nû sazkin. Nava wêda wê fakûltêyên cuda, usa jî sînorxweykira hazirkin. Bi gotina wezîr, bona ofîsêrên leşkerên sînorxweykir, îdara perwerdêye cuda hetanî niha tunebû. Wezîr gotîye, wekî nava leşkerên sînorxweykirda xwendikarên îdarên Ermenîstanê û Rûsîyayêye leşkerî qulix kirine.