H’emû nûçeSereke

Gelo êmbargoya dijî Rûsîyayê wê tehsîra çi cûreyî li ser Ermenîstanê bihêle?

Gelo êmbargoya dijî Rûsîyayê wê tehsîra çi cûreyî li ser Ermenîstanê bihêle? Dora vê têmayê êkonomîzana fikirên xwe raber kirine. «Ketina êkonomîka Rûsîyayê ya bi selefekî dikare bi O,7 selefî li ser Ermenîstanê tehsîrke. Ev yek dide kifşê, wekî wextê ssênara xirab, dema ku ketina êkonomîka Rûsîyayê bighîje ji şeşa hetanî deh selefî, wî çaxî ketina êkonomîka Ermenîstanê dikare bighîje ji çara hetanî şeş selefî»,- êkonomîzan Mêrî  Hovsêpyanê gotîye.

«Bi fikira min, anîna eşîya wê zêdebe, çimkî ketina bahê rûbilê Rûsîyayê menîya  hazir dike ku hatina eşîyaye ji Rûsîyayê zêdebe û bi wê yekê bona Ermenîstanê dikare başbe. Gerekê bîr nekin, wekî li sûkên cîhanê bahê neftê û gazê bilind bûye û ew yek bona Rûsîyayê başe. Êkonomîka Rûsîyayê roja îroyîn li ber pirsgirêka sekinîye, lê ji alîkî mayînva jî ew yek rats nîne ku gerekê bifikirin, wekî êkonomîka Rûsîyayê wê bikeve»,- serokê kafêdira zankoya Yêrêvanêye dewletê, ya êkonomîzanîyê, Karlên Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button