SerekeSîyasî

Dêlêgasîya Îraqêye leşkerîye derecebilind  çûye Hewlêrê

Dêlêgasîya Îraqêye leşkerîye derecebilind, nava wanda fermandêrên îraqî, çûye Hewlêrê.

Meremê dêlêgasîyayê ew bûye ku rastî hevkarên xweye kurd bên, bona ku pirsên bêqezîyabûnê û hevkarîya leşkerî, yên di navbera Hewlêrê û Begdayêda gotûbêj bikin.

Çend ofîsêrên îraqîye derecebilind, rêberîya fermandarê opêrasîyonên tevayî, gênêral Hemîd Ebdule Maksûd kirine.

Dêlêgasîyake leşkerîye cuda jî hevtîya derbazbûyî li bajarê kurdayî Maxmûrê qesidîye, li kîderê ew rastî fermandarên pêşmerga hatine bona ku pirsên bêqezîyabûna têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî gotûbêj bikin.

Têrîtroyayên di navbera Hewlêrê û Begdayêye hevraqayîlnekirî bin kontrola hêzên îraqîdanin, li kîderê cimet ji êrîşên têrorîstî zîyanê dikeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button