H’emû nûçeSereke
Navê xudîyê xelata «Avrora» ê wê 15 ê cotmehê eyanbe
Navê xudîyê xelata «Avrora» ê wê 15 ê cotmehê li bajarê Îtalîyayêyî Vênêtîkê eyanbe. Armênprêssê ragîhandîye, wekî navên sê meriva eyanin: Cemîle Afganî ji /Afganistanê/, Hadî Cûman /Yêmên/ û Mahînûr El Masirî /Misir/.
Êtapa pêşnîyarkirinên bona xelata «Avrora» ê, ya sala 2O22- a, 24-ê nîsana sala 2O21-ê hatîye vekirinê. Ji 66 welata 633 pêşnîyarkirin hebûne. Hersal mîlyonek dolar çawa dîyarî didine xudîyê xelata «Avrora» ê, yê ku mecalê çê dike ku ew xelata pêşkêşkirinê berdewambe, piştgirîyê bidine wan teşkîleta, yên ku alîkarîyê didine wan meriva, yên ku nava hewcetîyêdanin.