H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina Nîkol Paşînyan û Toyvo Klaar xeberdan derheqa pêvajoyên li herêmê çûye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr û krîzeya li Gurcistanê, Toyvo Klaar qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, Andrêya Vîktorîna bayloz amade bûye.

Serokwezîr cedandinên serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, yên bona hevfemkirin û qewînbûna li herêmê, bilind qîmet kirine.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pêvajoyên li herêma Qafqasîya Başûr, yên dora halê li Qerebagê, çareserkirina aramîyê û qewînbûnê çûye.

Ew yek jî girîng hatîye hesabkirinê, ku bona parastina mîrata ermenîye ku li ser têrîtorîya bin kontrola Adirbêcanêdane, bin guhdarîyêdabe.

Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên emenîya-tirkada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button