SerekeSîyasî

Li Dêyr Zorê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk endamekî DAÎŞ-ê kuştine û yek jî girtine

 Bi piştgirîya avîyasîya û hêzên koalîsyîona navnetewî komên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasîyon li gundê Al Zîrê, li Dêyr Zorê, derbaz kirine.

Hatîye ragîhandinê, wekî opêrasîyon dijî du endamên DAÎŞ-ê hatibû teşkîlkirinê, yên ku bona qebûlkirina têrorîsên nû xebat mîyaser dikirin, komên têrorîstaye nû teşkîl dikirin.

Li ser hîmê înformasîyona cesûsîye rast, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk êrîş birine ser cîhê têrorîsta, li kîderê endamekî DAÎŞ-ê girtibûn, lê yê mayîn wextê opêrasîyonê hatîye kuştinê, çimkî  ew teslîm nebûye û ber xwe daye.

«Opêrasîyonên meye dijî têrorîzmê tevî koalîsîyona navnetewî berdewam dibin, bona ku DAÎŞ bi temamî bê hincirandinê û bêqezîyabûn û aramî li herêmê îzbatbin»,- nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button