Sereke
6O OOO mihacir hazir dibin ji Avropayê vegerine Kurdistanê
Serokê yekîtîya mihacira, yên ku ji Avropayê vedigerine Herêma Kurdistanê, elam kirîye, wekî 6O OOO welatîyên kurd ji welatên avropî dixwezin vegerine Herêma Kurdistanê.
Bekir Elî, serokê yekîtîyê, gotîye BasNews ê wekî ev mihacir ji nehîyên Kurdistanêye cuda-cudane û ew li qampên welatên avropî bûne, lê mafê mayînê nestendine.
“Ji sala 2O11 a da hetanî sala 2O13 a, welatîyên ku ji Avropayê vedigerîyane Îraqê û Kurdistanê, 11 OOO dolar distendin, lê niha ew pere kêm kirine û gîhandine 35OO dolarî. Feqet mihacir dixwezin wî hesabî bilindkin, ku ew bikaribin xercên xweye hatinê bidin. Bo wê yekê jî niha di navbera teşkîletên navnetewî û hukumata Herêma Kurdistanêda hevraxeberdan derbaz dibin.