Eskerê Sûrîyayê hêzên zêde, nava wanda têknîka zirihkirî û esker şandine provînsîya Reqayê û Helebê, bona ku ber xwe bidin, heger eskerê tirka û çekdarên kirêkrî opêrasîyona nû destpêkin.
«Esker tabîyên xweye li Ayn Îsayê û Ayn El Erebê, yên li provînsîyayên Reqayê û Helebê dide qewînkirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bêjin, wekî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan pêşda elam kiribû, wekî wê opêrasîyonê li Sûrîyayê destpêke.
Serokê Sûrîyayê Başar Esed jî elam kirîye, wekî esker û cimeta Sûrîyayê bona wê yekê hazirin, heger pêwîstbe ku li ser axa xwe li ber eskerê tirka ber xwe bidin.