
Hêzên Herêma Kurdistanêye pêşmerga opêrasîyona tevayî tevî eskerê îraqî dijî DAÎŞ-ê li ser çîyayê Qereçoxê, nêzîkî Maxmûrê, destpê kirine.
BasNews ê ragîhandîye, wekî opêrasîyon usa jî bi piştgirîya hêzên koalîsîyona navnetewî tê derbazkirinê, bi wê armancê ku komên DAÎŞ ê ye mayî bidine tunekirinê.
Hewlêr û Bexda îdî serê çend mehaye ku hevraxeberdana derbaz dikin bona ku opêrasîyonên tevayî bidine aktîvkirinê û pirsgirêkên bêqezîyabûna li nehîyên kurdaye hevraqayîlnekirî bidine helkirinê, li kîderê rûyê valaya bêqezîyabûnêda mecal çekdarên DAÎŞ ê ra çê dibe, ku bighîjine hev û kirinên têrorîstî mîyaserkin.
Derheqa opêrasîyonêda bi hûrgilî nava prêssayêda nayê belavkirinê.