
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî girêdayî gefxwerinên tirkara ku wê derba bighînine bakûrê Sûrîyayê, nerihetîya xwe elam kirîye. Derheqa wê yekêda Mezlûm Ebdî wextê hevdîtina tevî fermandarê amêrîkî, gênêral Maykil Kûrîloy gotîye.
Ji meha gulanêda destpêkirî Tirkîyayê çendik- çend cara gef xwerine ku wê li bakûrê Sûrîyayê opêrasîyona leşkerî destpêke bona ku Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji Manbîcê û Tel Rîfatê bide derxistinê.
Wextê hevdîtina tevî fermandarê amêrîkî, Mezlûm Ebdî nerehetîya xwe girêdayî wê yekêra elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek wê tehsîra xirab li ser şerkarîya dijî DAÎŞ-ê bihêle. Ewî usa jî gotîye, wekî opêrasyîona tirka wê tehsîra xirab li ser qampa Al Xolê bihêle, li kîderê bi hezara malbetên DAÎŞ-ê ne. Gênêralê amrîkî gotîye, wekî leşkerîya amêrîkî û hukumata wê dijî wê agrêsîyayêne.







