H’emû nûçeSereke

Paşînyan tevî Blînkên bi têlefonê pêvajoyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda gotûbêj kirine

Nîkol  Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên qise kirîye.

Wextê qisê pirsên rojeva Ermenîstanê û Ştatên Yekbûyî, usa jî yên derheqa bêqezîyabûna herêmîda hatine gotûbêjkirinê.

Nava axaftinêda  bi taybetî pirsên derheqa hevraxberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, helkirina pirsgirêka Qerebagê, vekirina rêyên herêmî, paşdavegerandina dîla,  zelalkirina yazîya merivên bêser-berate undabûyî hatine gotûbêjkirinê.

Êntonî Blîkên gotîye, wekî welatê wî çawa hemsedira koma Mînskê, amadeye piştgirîyê bide helkirina hemû pirsa.

Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda çûye. Sêkrêtarê amêrîkî axaftina bi têlefonê, ya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Tirkîyayê, slav kirîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê û  sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî razîbûna xwe hindava pêwandîyên Ermenîstanê û Ştatên Yekbûyîda dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button