SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî:êrîşa ser Asaîşê  bona herêmê qeqezîyaye

 Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî, girêdayî êrîşa Tirkîyayêra, ya li ser hêzên Asaîşê, wextê kîjanê li Ayn Îsayê diron hatîye xebitandinê û rûyê wê yekêda çar endamên Asaîşê hatine kuştinê, Twittere da nivîsara xwe hiştîye.

 Dirona tirkî wê avtomaşînê xistîye, kîjanêda seroketîya Asaîşê li Ayn Îsayê bûye, yên ku diçûne qampa mihaciraye li Girê Sipî. Nava encamê wê derbgîhandinêda çar meriv hatine kuştinê. Organên bêqezîyabûna hundur /Asaîş/ bêqezîyabûna bajara, îdarên sîvîl, qampên mihacira û  usa jî ew merkez li kîderê endamên DAÎŞ ê tên xweykirinê, çareser dikin. Êrîşa ser wan bona herêmê qezîyaye»,- Mezlûm Ebdî nivîsîye.

 Ji 2O-ê tîrmehêda avîyasîya tirka neh şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk xistîye, nava wanda çar endamên Asaîşê û 13 nevsên sîvîl. Êrîşên Tirkîyayêye bi drona zêde bûne. Dironên tirka îdarên sîvl û yên çareserkirina bêqezîyabûnê dixin û aramîya li herêmê diteribînin»,- Mezlûm Ebdî gotîye.

Mezlûm Ebdî serxweşî daye malbetên şihîda û serda zêde kirîye: « Êrîşên vî cûreyî wê pêşîya me negrin, ku em axa xwe û cimeta xwe biparêzin».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button