H’emû nûçeSereke

Gelo ji çi Îran xwe fesal  digre, dema ku li Arsaxê hal sert dibe?

Dema ku li Arsaxê hal sert dibe, Îran têknîka leşkerî cîguhastî ser sîorê Adirbêcanê dike û hema vîdêyo şedetîya wê yekê didin.Eva cara bi sirêye, dema ku Îran dîsa têknîka leşkerî cîguhastî ser sînorê Adirbêcanê dike. Gelo Îran ji çi xwe fesal digre? Têhranê eşaretîya sîyasîye zelal daye Bekûyê, ku wê îzinê nede ku sînorên dewletên cînar bêne guhartinê û gef li Adirbêcanê xwerine ku  wê bi mecalên anegor bersibê bide, heger dijî Ermenîstanê agrêsîya hebe.

Bi gotina Vardan Voskanyanê îranzan bona Îranê wê dewên mezin pêşda bên, heger Bekûyêra li hev bê, Arsaxê hilde. «Rêsûrsên leşkerîye  berbi Arsaxê tên xerckirinê, wê carekêra dijî Îranê derkevin. Û ev yek bona Têhranê pirsgirêke»,-îranzan  gotîye û serda zêde kirîye, wekî hindava bêqezîyabûna Ermenîstanê û Arsaxê du dewlet hewaskarin, Rûsîya û Îran.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button