H’emû nûçeSereke

Gelo sefera li Ermenîstanê çi bihayîye?

Îsal li Ermenîstanê gelek tûrîst hene. Bo wê yekê jî li cîhên hêsabûnê dîtina cîhên aza hêsa nîne. Cimeta Ermenîstanê jî hindik nîne, yên ku hiz dikin hêsabûna xwe li wandera derbazkin.

Radar Armênîyayê derbazkirina  bahê şevekê, ya li Dîlîcanê, Saxkazorê, Cêrmûkê û Sêvanê raber kirîye.

Dîlîcan mînanî havînê, usa jî zivstanê  bona tûrîsta cîhê hêsabûnêyî  herî hizkirîye. Li Dîlîcanê nêzîkî 2OO mêvanxwene  hene. Li wan mêvanxwena bahê şevekê ji 12 OOO diramî /4O dolar/ destpê dibin, lê li hotêla ji 2O-î hetanî 25 OOO diramî /6O dolar/. Li Saxkazorê jî mêvanxwene hene, li kîderê bahê şevekê ji 1OO yûroyî zêdetire.

Li mêvanxwenên Cêrmûkê jî ew biha ji 15-2O OOO diramî destpê dibin /nêzîkî 4O-5O dolarî/. Usa jî mayîna li Sêvanêye.

Em bêjin, wekî rûyê aktîvîya tûrîstada bahê mayîna li wan cîha hinekî bilind  bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button