H’emû nûçeSerekeSîyasî
Sênatorê Kanadayê agrêsîya Adirbêcanê gunehkar kirîye
Sênatorê Kanadayê Lêo Hûsakos agrêsîya Adirbêcanê gunehkar kirîye û bangî Kanadayê, usa jî civaka navnetewî kirîye ku wê yekê gunhkarkin. Derheqa wê yekêda ewî Twittere da nivîsîye.
«Êrîşa Airbêcanêye ser cimeta Arsaxê teribandina qayîlnivîsara mijdara sala 2O2O î ye. Girêdayî agrêsîya Adirbêcanêra, ez nerihetim û bangî Kanadayê, usa jî civaka navnetewî dikim ku wê yekê gunehkarkin»,- ewî nivîsîye.