Li Tirkîyayê gavên nû, yên dijî lîdêrên Partîya Dêmokrtîk, ya Gela berdewam dibin. Li çend bajara gelek piştgirên Partîya Dêmokratîk, ya Gela hatine girtinê. Girtinên wî cûreyî li Dîyarbekirê, Hekkarîyê û Edenê hatine mîyaserkirinê.
Usa ji li Mêrsînê 8 meriv hatine girtinê, lê du meriva jî digerin. Girtinên wekîlên partîyayê usa jî li Îzmîrê û li Manîsê hatine mîyaserkirinê. Li Wanê jî aktîvîstên partîyayêye kevin hatine binçevkirinê.