SerekeSîyasî

Sedir meşa li Bexdayê daye paşdaêxistinê

Rêberê şihîyayî li Îraqê û lîdêrê heja «Sadrîsta» Muktada As Sedir meşa piştgirên xwe, ya ku gerekê roja şemîyê bihata derbazkirinê, daye paşdaêxistinê.

«Emê rêform û şoreşa xweye dijî ruşetxwerinê berdewam bikin»,- ewî gotîye. «Heger hûn difikirin, ku şerê sîvîl gerekê bibe, ez difikirim, wekî li Îraqê gerekê aramîbe. Xwîna îraqîya bona min ji her tiştî girîngtire», ewî gotîye.

Paşdaêxistina meşê piştî wê yekê hate elamkirinê, dema ku çend lîdêrên başqe berbirî piştgirên xwe bûn ku roja şemîyê dijî wê meşê derkevin. Sedir bo wê yekê jî da dîyarkirinê, ku ew qirar dike ku wê meşê bide paşdaêxistiê, çimkî heger usabûya, wê pevçûyîn di navbera herdu alîyada hebûna.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button